Tenduristiya baş a diranan ji diranê yekem

Derçûna diranê yekem ê pitikan di mezinbûna zaroka we de gaveke nû nîşan dide. Girîng e zûtirkê adetên baş ên tenduristiya diranan bên afirandin.
No items found.

Derketina diranana

Diranên pêşîn ên di çena jêrîn de bi gelemperî zûtir derdikevin. Bi asayî dema zarok 6-8 mehî be ev yek rûdide. Piştre, diranên pêşîn ên di çena jorîn de bi gelemperî serî derdixînin, bi dûv re diranên hêrandinê yên pêşîn, diranên qîl û di dawiyê de diranên hêrandinên ên paşiyê derdikevin. Zaroka we dê hemû diranên xwe yên pitikan, 10 li jorê û 10 jî di çena jêrîn de, heta 3 saletiyê hebin.

Dema diran derdikevin, xurîna piriyên zarokan asayî ye, û bi gelemperî dixwazin tiştekî bicûn. Pêlîstokeke guncaw a diranan ji naylona hişk yan plastîkê, ya bêyî lêvên tûj, bidin wan. Hin zarok nerehet dibin û dibe ku hin nerehetiyê bibînin, lê diran divê nebin sedema taya zêde û dirêj.

Firçekirin

Firçekirina diranên zarokê divê hema ku diranê yekem di devî de xuya dibe dest pê bibe. Firçeyeke biçûk, nerm a diranan û qaseke gellekî kêm hevîrê diranan ê bi flûorayd bi kar bînin. Renge hevîrê diranan ê zarokan xweşbêhn be ji ber ku tehma wê navgîn e. Qasa hevîrê diranan ê bi flûorayd bo pitika xwe di temenê yek salî de bi qasî neynuka pêçiya pitikê, û di 3 saliyê de bi qasî endazeya fasûleyekê zêde bikin. Di 5-6 salan de ev rêje dikare zêdetir bibe. Rêveberiya Tenduristiyê pêşniyar dike ku di firçekirina diranan de, bi gelemperî heya derdora 10 saletiyê alîkariya zarokan bê kirin heta ku karibin bi xwe baş bi cih bînin.

Hevîrê diran ê flûorayd ji bo bandorê dayîne, pêdiviya wî bi demê ye, ji ber vê yekê piştî firçeya diranan heta saetekê xwarin û vexwarinê nekin. Eger hûn hevîrê diranan ê flûorayd bi kar neyînin, an jî eger zaroka we hewcedarî flûorayda zêde be, dibe ku hebên flûoraydê vebijêrkeke baş be. Şîretên ku hûn li klînîka tenduristîiyê/diranan a giştî bi dest dixin bişopînin.

Kurmxwarina diranana

Şêranî dibe sedema kunbûna diranan. Dema ku zarok tiştekî bi şekir bixwin yan vexwin, bakteriyên di devê wan de wê asîdê çêbikin ku dikare rûpoşa diranan bihelîne û qulan çêbike. Her tişt bi wê ve girêdayî ye ku zarok çend caran tiştekî şêrîn dixwe an jî vedixwe. Girêza devî piştî her xwarinê asîda ku tê çêkirin bêbandor dike. Ji ber vê yekê, girîng e di navbera danên xwarinê de tiştekî bi şekir neyê xwarin û vexwarin û bi taybetî di nava şevê de ku girêz kêm çêdibe.

Şîrê dayîkê

Di şîrê dayîkê de şekirê şîr heye ku dikare hetanî astekê bibe asîd. Çêbûna girêzê bi şev kêm dibe û ev yek jî metirsiya kunbûna diranan zêde dike. Ji ber vê yekê, piştî ku zarok digihêje yek saletiyê, divê şîrê dayîkê yan şîrê gudilkan êdî nedin zarokê.

Cîwarbûna diranan

Mijîna pêşiya stûr yan mijînokê aramiyê dide zarokên biçûk. Adetên mijînê dikarin bibin sebeb diran baş bi rêz dernekevin, lê bi gelemperî eger zarok beriya ku diranên xwe yên pitibtiyê ji dest bide, mijîna pêçiyê/mijînokê rawestîne, diran dê bixwe di ciyê xwe de derkevin.

Qeza

Ketin an jî darbeyeke li devî dikare zirarê bide diranekî yan jî çend diranan. Lewma ji bo qeydkirina qezayê û şopandina durist, girîng e bi klînîka herî nêz a diranan re têkilî bê danîn.

Rêxistina Xizmetên Tenduristiya Diranan a Giştî

Xizmeta diranan a giştî, ji 0 heta 18 saletiyê berpirsa muqatebûna diranên zarok û nûciwanan e. Zarok di 3 saliya xwe de ji bo yekemîn kontrolkirina tenduristiya diranan bo klînîka diranan tên gazîkirin. Beriya wê, klînîka tenduristiya giştî (helsestasjonen) dê tenduristiya diranan û adetên zarokan bişopîne. Eger pêdiviya wan bi lênêrîna diranan beriya kontrola asayî ya 3 saletiyê hebe, ew ê ji hêla perestarê/bijîşkê tendûristiya giştî ve ji bo xizmeta diranan a giştî bên şandin.

Eger pêdiviya we bi agahiyên zêde hebe, bi klînîka xwe ya diranan a herî nêzîk re têkiliyê dayînin.

No items found.